Corona-Schutzimpfung
14:31 · 7. März 2022

Ji bo derzîlixwexistinê 7 sedem

1. Min li hemberî Omikronê jî diparêze.

Pêla Omikronê Almanyayê da ber xwe: Her derziyek/ parzayek alîkarî dike. Li hemberî Omikronê jî. Derziya yekê jî ji nexweşiya giran diparêze. Û derziya tezeki­ rinê paraztina we careke din bi şêweyeke berbiçav zêde dike. Derziya sêyemîn xwedî bandor e.

2. Malbata min, bapîr û dapîrên min, heval û hogirên min û hemû kesên di xeterê de biparêze

Bi taybetî kî derziya sêyemîn li xwe xistibe, vê nexweşiyê ji kesên dinê kêmtir belav dike. Hûn bi derziyê ne tenê xwe, malbata xwe, heval û hogirên xwe û herwisa hevalên xwe yên kar û şuxil jî diparêze. Hûn bi derziyê di heman demê de kesên ku nikarin derziyê li xwe bixin, an jî derzî ji sedema nexweşiyeke wan ya giran, nikare wan qenc biparêze û bi taybetî di nav xeterê de ne, jî diparêzin.

3. Zelal e ku tesîrên ne qenc ên derziyê ji yên Nexweşiya Koronayê gelekî kêmtir in

Tesîrên ne qenc yên giran piştî derziya li hember Koro­ nayê, gelek kêm in(ji yek ji 10.000 kêmtir e). Xeteriya ku di rewşa mirov bi Koronayê keve û nexweşiyê giran derbas bike û demeke dirêj pê biêşe, bi şêweyeke zelal mezintir e.

4. Bêyî libendêmaneke dirêj, bêmesref, bêyî pêwîstiya diyarkirina nasnameyê

Derzîlixwexistin gelekî hêsan e. Ne pêwîst e hûn dirav bidin, ne pêwîst e hûn xwedî karteke paraztina nexweşiyê bin, ne pêwîst e hûn pasaporta derziyan nîşan bidin. Li gelek deverên weke Navendên Derziyê, miayenexaneyên doktoran, li kargehan bêyî libendebûneke dirêj, tê lê­ xistin. Wê li dermanxaneyan neze we jî derzî bête lêxsitin.

5. Madeya ewle ya derziyê

Madeyên derziyê yên destûrdayî, piştî demeke kurt ji laşê mirov têne avêtin. Di vê navê de li Almanyayê dora 160 milyon li seranserê dinyayê bi milyaran derzî hatin lêxistin. Kêm caran bandorên ne qenc hatin dîtin. Ban­ dorên demdirêj nayên nasîn. Heta niha hîç madeyek derziyê bi qasî yên destûrdayî û li hemberî Covid­19­ê di demeke weha kurt de, nehatine şopandin.

6. Ji bo her temenî madeyeke rast ya ji bo derziyê

Derziyek ji bo hemû kesên ji temenê 12 salî û berjor, derziya sêyem jî, hat dapendkirin. Mimkin e ku ev derzî li zarokên temenê wan pênc salî û berjor jî bê lêxsitin. Di dema bikarîna wê de jî, madeya derziyê derbarê ewlehî û bandora wê, tê şopandin. Li gel derziyên bi madeya mRNA, Moderna û Biontech û derziya bi madeya Vek­ toriom ya Johnson & Johnson aniha bi Novavax ra, ji bo hemû kesên temenê wan 18 û berjor, bê bikartinin. Ji bo kesên tevî evan derziyên heta niha hatina bikaranîn û pêşkêşkirin ji dikarin derziya bi madeya „Totimpfstoff“jî daxwaz bikin. Derziyeke bi vî madeyê jî di xizmeta we de ye.

7. -Li xwendingeh, li Xwaringeh û li sînemayê- rewşeke ji adetê mimkin dike.

Bi derziya li hemberî Koronayê jiyana me ya rojane hêsan­ tir dibe. Çi li xwaringehan, çi li deverên em tiştan dikirin û çi jî li bar û sînemayê, an jî li xwendingehan: Bi derziyê civîn û civat bêtir ewle ne û tedbîrên paraztinê dikarin bêne sistkirin. Û kesên derziya tezekirinê yan jî ya sêyemîn li xwe xistibe, ne pêwîst e bikeve Qarantînayê.